Îslamî: Em pabendê qanûna Meclisê têkildarî hevkariya Îran û ajansê ne
Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê got: Saziya Enerjiya Atomê di warê çawaniya serederiya bi Ajansê re, neçar e ku qanûna nû ya Meclisa Şêwra Îslamî bi cih bînin.
Mihemed Îslamî, Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, ku di serê taximekê de ji bo hevdîtin û şêwirîna bi rayedarên ûris û beşdariya li bernameyên hefteya Enerjiya Atomê ya Rûsiyê, seredana Moskoyê kiriye, dema gihîşte Moskoyê got: Komara Îslamiya Îranê di çarçoveya lêgerîn û çavdêriyê û qanûnên Ajansê de bernameya xwe ya navokî ya aştiyane pêşda dibe û Saziya Enerjiya Atomê di warê çawaniya serederiya bi Ajansê re, neçar e ku qanûna nû ya Meclisa Şêwra Îslamî bi cih bînin.
Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê li bara kiryarên sê welatên ewrûpî bona çalakirina mêkanîsma vegerandina boykotan dijî Îranê got: Mixabin Ajans di bin zexta Rejîma Siyonîst û Amerîkayê da ye û divê bona vegerandina hitbar û heysiyeta xwe karê xwe yê pirofêşnal û qanûnî cih bîne. Mihemed Îslamî herwiha got: Di warê kiryarên sê welatên ewrûpî bona vegerandina boykotên dijî Îranê de jî, Saziya Enerjiya Atomê wê anegorî qanûna nû ya Meclisa Şêwra Îslamî tev bigere û xwe pêbendî cihanîna wê dizane.