Îlon 03, 2025 20:14 Asia/Tehran
  • Serokomarê Îranê ji sefera 4 rojî ya bo Çînê vegeriya

Serokomarê Îranê, piştî sefereka 4 rojî ya bo Çînê û beşdariya di civînên serokên Rêxistina Hevkariya Şanghayê û Şanghay Pilasê de, vegeriya Têhranê.

Mesûd Pêzêşkiyan piştî vegera ji Çînê li balafirgeha Mêhrabad a Têhranê, Civîna Şanghayê, derfetek ji bo xurtkirina peywendiyên aborî, ewlehî û zanistî da zanîn. Pêzêşkiyan basa pêşniyara pêkhatina Komîteya Aştiyê, hevhatinên pereyî yên hevpar û wajokirina 24 belgeyên hevkariyê kir. Wî hevdîtina bi serokên Rûsiye, Çîn, Tirkiye, Pakistan û Tacîkistanê re destkevta herî girîng a seferê ragihand û got: Di biryarnameya dawîn de, êrişa Rejîma Siyonîst ser Xezzê hat şermezarkirin û li ser sekinîna li hember yekalîgeriyê hat pêgîrîkirin.

Serepeyv