Hevdîtinên serokomarê Îranê li rex Civîna Şanghayê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li rex Civîna Şanghayê bi serokomarên Rûsya, Tirkiye û Çînê re hevdîtin pêk anî.
Mesûd Pêzêşkiyan, Serokomarê Îranê, di roja duyemîn a serdana xwe ya Çînê de bi Serokomarê Rûsiyê, Viladîmîr Pûtîn re civiya û amajeyî vî yekî kir ku hewldanên Amerîkayê ji bo xurtkirina yekalîgeriyê ne û got: Saziyên navneteweyî yên wekî Şanghayê, zemîneyeke guncaw in ji bo pêşvebirina fikra piralîgeriyê. Pêzêşkiyan herwiha cihatina peymana berfireh a demdirêj a di navbera Îran û Rûsiyê de wekî bingehek ji bo zêdekirina têkiliyan û berfirehkirina hevkariya di navbera wan de da zanîn.
Viladimîr Pûtîn herwiha got: Rûsye û Îran li ser berûlayên curbicur ên rojeva navneteweyî, di nav de Bernameya Navokî ya Îranê, di têkiliya berdewam de ne. Pûtîn got: Peywendiyên di navebra Îran û Rûsiyê de dostane û tijî warên piralî ne.
Mesûd Pêzêşkiyan bi Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan re civiya û diyar kir ku me bi çarçoveyên nû dest bi muzakire û hevkariya bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re kiriye. Wî got: Em amade ne ku li ser bingeha bi fermî naskirina mafên navokî yên Îranê û gihîştina li çareseriyek ji bo herdu aliyan bi Amerîkayê re gotûbêj bikin. Derbarê vegerandina boykotên dijî Îranê de, welatên ewropî yên li Lihevkirina Navokî, ji ber ku ew sozên xwe cih neanîne, rewatiya çalakirina wê tinene û heke ew xeletiyek wiha bikin, hemî gotûbêj û muzakire di navbera me de dê werin astengkirin.
Serokomarê Tirkiyê jî di vê civînê de bi pêgîriya li ser mafê rewa yê Komara Îslamî ya Îranê di warê çalakiyên navokî yên aştiyane de got: Çalakirina mekanîzma vegerandina boykotên dijî Îranê ti xêrek tine û bi tevahî ne avaker e.
Serokomarê Çînê, Şî Cîn Pîng, jî li hevdîtina bi Serokkomarê Îranê, Mesûd Pêzêşkiyan re li Pêkenê, got ku welatê wî rêzê li mafê Îranê yê bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî digire û di parastina serweriya neteweyî ya xwe de piştgiriyê dide Îranê.