Elî Larîcanî: Rêya muzakireya bi Amerîkayê re girêdayî nîne
Îlon 02, 2025 18:18 Asia/Tehran
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê got: Rêya muzakireya bi Amerîkayê re girêdayî nîne.
Elî Larîcanî got: Amerîkî tenê basa muzakirê dikin û nayên ber maseya muzakireyê û bi şaşitî dibêjin ku Komara Îslamiya Îranê muzakirê nake, di halekî da ku em li dû muzakireya aqilane ne. Larîcanî got: Ew bi pêkanîna mijarên wekî sînordarkirinên mûşekî ku bixwe dizanin serê xwe nagire, modelekî raber dikin ku di piratîkê de rêya muzakirê girêdide.