Pêzêşkîyan: Bila Sindoqa Dirêv a Çendalî ji bo sekinîna himber boykotan were danîn
Serokomarê Îranê di civîna Şanghayê da got: Pêşnîyara Îranê ev e ku destpêşxerîya danîna ``hesab û safîkirina taybet`` di çarçova Rêxistina Hevkarîya Şanghayê da, wek mekanîzmek ji bo xurtkirina hevkarîyên darayî di navbera endamên vê rêxistinê da were pêşxistin.
Mesûd Pêzêşkîyan îro di civîna Şanghayê da got ku cîhana me pêwîstî bi têgiheştin û şiklekî nû yê hikidarîya cîhanî heye, nabe ev plana ser bingeha mentiqa desthilat û şîyanê belkî ser bingeha beranberî û dadmendîyê be.
Serokomarê Îranê got ku em hêvîdar in Rêxistina Hevkarîya Şanghayê piştî têgiheştineke hevpar û destnîşankirina mekanîzmên curbicur, zêdetir pêgirîyê ser kualîteya rolwergirtina di meseleyên girîng ên cîhanê nemaze meseleyên dibin sedema binpêkirina aşkira ya dadmendîyê û pêşxista cîhanê, bike û rola xwe bi zelatîyeke zêdetir nîşan bide.
Welatên endamê Rêxistina Hevkarîya Şanghayê di civîna îro da êrişên Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê yên ser Îranê ku di Hezîrana buhurî da pêk hatin, şermezar kirin.
Serokomarê Îranê li rex civîna Şanghayê li Çînê bi serokên hin welatên endamê vê rêxistinê ra hevdîtin pêk anî.
Serokomarê Îranê di hevdîtina tev hevtûşê xwe yê tacîkistanî da got: Hevkarîyên Têhran- Duşenbê di hemî waran da berfire dibin. Danuistandinên Îran û Tacîkistanê di salên vê dawîyê da hertim erênî û ber bi berfirebûnê bûne û hevkarîyên di hemî waran da li pêş dikevin.
Imamelî Rehman Serokomarê Tacîkistanê jî got: Peywendîyên aborî, sermayeguzarî û yên gelanî bi Îranê ra divê zêdetir ji berê bên kûrkirin.
Beşdarîya Serokomarê Îranê di civînên Şanghayê da, derfetek ji bo xurtkirina hevkarîyên aborî bi Çîn û Ûrsêtê re û şopandina rêkevtinameya 25 salî ya tev Çînê ye û alîkarîyê dide misogerkirina cîgeha Îranê wek cemser û navenda tranzîta herêmî.