Tebax 11, 2025 19:16 Asia/Tehran
  • Civîna çapemeniyê ya berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê, êrişa dubare ya artêşa Rejîma Dagirkir a Siyonîst ser nûçegîhanên li Xezzê şermezar kir.

Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya heftane ya çapemeniyê de got: Hema duh şev çend nûçegîhanên din li navçeya Xezzê şehîd bûn. em şehîdkirina nûçegîhanan ji hêla Rejîma Siyonîst ve şermezar dikin.

Îsmaîl Beqayî li ser alûgorên Libnanê û ji çekirina Berxwedanê got: Helwêsta me ya bona piştgîriya ji yekperçetiya axê, yekgirtîbûn û serxwebûna Libnanê, helwêsteka misogerbûyî ye. Me hertim li ser parastina serxwebûna Libnanê û mafê vî welatî ji bo sekinîna li hember şerûtiyên Rejîma Siyonîst pêgîrî kiriye û hertim em ji bo berevaniya ji mafê xwe li rex xelkê Libnanê bûne.

Beqayî li ser pêvajoya muzakireya Îranê bi sê welatên ewrûpî re got: Di civîna Stenbolê de her du aliyan li hev kirin ku berdewam be. Hîna dem û cihek nehatiye kivşkirin û em di têkiliyê de ne.

Serepeyv