Pizişkiyan xitabî Paşîniyan: Piştrast bibin ku korîdora Qefqazê rêya aştiyê ye ne amûrek ji bo biyaniyan
Serokomarê Îranê amajeyî hevhatina cihanîna projeya korîdora li navçeya Qefqazê ya bi beşdariya Amerîkayê kir û li ser parastina desthilatdariya Ermenistanê ser vê rêyê û destwernedana her cure hêza leşkerî û ewlehiyê di çarçoveya cihanîna vê projeyê de pêgîrî kir.
Nîkol Paşîniyan, serokwezîrê Ermenistanê, îro di hevpeyvîneka bi rêya telefonê bi serokomarê Îranê re, raporeke têr û tijî ji hevhatinameya aştiyê ya vê dawiyê di navbera vî welatî û Komara Azerbaycanê de û ravekirina berûlayên curbicur ên projeya Korîdora Qefqazê raber kir.
Serokomarê îranê jî di vê têkiliyê de got: Komara Îslamiya Îranê wekî cîgeha aştî û aramî û ewlehiyê li navçê, her hevhatinekê ku bibe sedema xurtkirina aştiyê bi taybet di nava welatên navçê de, erênî dinirxîne. Serokomarê Îranê got em pêhişyariyê didin ku divê ev dilniyabûna pêk were ku ev rêya bi rastî wê bibe rêya aştî û geşepêdanê ne ku amûrek ji bo serêxwegirtina armancên serdestîxwez ên biyaniyan li navçê.