Seredana Pizişkîyan a Pakistanê Wajokirina 12 belgeyên hevkarîya her du welatan
Serokomarê Îranê û desteya bi wî ra di seredana Pakistanê da, vê sibê li Islam Abadê ji hêla Şehbaz Şerîf Serokwezîrê vî welatî va bi fermî hatin pêşwazîkirin. Desteyên payebilind ên her du welatan îro derbara mijarên curbicur da dest bi rawêjkarî û danuistandfinê kirin.
Serokomarê Îranê di civîna çapemenîyê ya hevpar digel Serokwezîrê Pakistanê da ji ber helwestên dewlet, parliman, partî û alîyên sîyasî û gelê vî welatî derheq berevanîya ji Îranê di dema destdirêjîya Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê ser Îranê da, destxweşî li wan kir.
Serokomarê Îranê herwiha pêgirî ser pêwîstîya bicihanîna rêkevtinameyên her du welatan kir û xwest ku asta danuistandinên ticarî yên her du welatan were jordabirin.
Di vê civîna çapemenîyê ya hevpar da herwiha pêgirî hat kirin ku destdirêjîyên vê dawîyê careka din bi aşkirayî nîşan dan ku tifaqeke herêmî û cihanî dijî kiryarên dijî qanûnên yên Rejîma Sîyonîst pêwîst e û her du welatan xwestin ku rêxistin û dezgehên navdewletî ji bo sekinîna himber van cinayetana bikevin dewrê.
Şehbaz Şerîf Serokwezîrê Pakistanê jî careka din destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ser Îranê şermezar kir û pêgirî ser mafê Îranê yê hebûna bernama navokî ya biaştî kir.
Şerîf pesna hewlên Têhranê û rêberê Şoreşa Islamî ya Îranê têkildarî piştgirîya ji gelê Xezzeyê jî da. Di vê seredanê da rayedarên pillebilind ên her du welatan 12 belgeyên hevkarîya di warên cotkarî, dadwerî, hiqûq, zanist û teknolojî, ticaret, tiranzît û geştyarîyê da bi merema hêsankirin û xweşkirina rêya pêşxistina hevkarîyên dualî wajo kirin.
Di vê seredanê da her wiha Wezîrên Berevanîyê yên her du welatên cînar civîyan û pêgirî ser berfirekirina hevkarîyên leşkerî-berevanî û xurtkirina ewlehîya herêmê kirin. Wezîrên Karên Derve yên Îran û Pakistanê jî pêgirî ser berfirekirin û kûrkirina peywendîyan di warên hevpar da kirin.