Tîrmeh 19, 2025 22:34 Asia/Tehran
  • Eraqçî: Ger agirbest were binpêkirin, em bi tevahî hişyar û amade ne

Wezîrê Derve yê Îranê bal kişand ser agirbesta di navbera Îran û Rejîma Siyonîst kir û tekez kir: Tu agirbestek ji aliyê vê rejîmê cihê baweriyê nîne. ji ber ku Rejîma Siyonîst pêşîneyeke pir xirab heye.

Seyîd Ebas Eraqçî,Wezîrê Derve yê Îranê di hevpeyvînekê de got: Destdirêjiya Rejîma  Siyonîst ser Îranê  bê heger bû û me  ti rêyek  jibo berevaniya li xwe tinebû ji ber vê yekê me  berevaniya welatê xwe kir. Li vir, li welatê xwe, me bi wêrektî li  ber xwe da  û me  êrişker  neçar kirin ku destdirêjiyên xwe rawestînin û  daxwaza agirbestek bê şert û merc bikin.

Wezîrê Derve yê Îranê got ku bê guman ev agirbest hestyar e û sedema wê  jî eşkere ye: Ti agirbesek ji aliyê wê rejîmê cihê baweriyê nîne ji ber ku pêşîneyeke pir xirab heye . 

Wezîrê Derve yê Îranê wiha  got: Me ev şer nexwest, lê em ji bo wê amade bûn. Em naxwazin ev şer berdewam bike, lê ez dîsa dibêjim: Em tam ji bo wê amade ne.

Serepeyv