Tîrmeh 17, 2025 17:02 Asia/Tehran
  • Hevgirtina cîhanî ya medyayan bi Îranê re piştî êrişa rejîma siyonîst

Cîgirê serokê Radyo û Televîzyona Îranê di beşa dervey sînorî de ragihand ku hevgirtina medyaya cîhanê di 16ê Hezîranê de gihîştiye asta xwe ya herî bilin, dema ku kiryara terorîstî ya Rejîma Siyonîst li dijî Saziya Radyo û Televîzyona Îranê hate kirin.

Ehmed Norûzî,   Cîgirê serokê Radyo û Televîzyona Îranê di beşa dervey sînorî behsa kempêyna cîhanî ya şermezarkirina terorîzmê li dijî medyayê û ragihandina hevgirtina rojnamevanên li seranserê cîhanê  kir û got: Ji destpêka êrişa rejîma Siyonîst ser Îranê ve, me  gelek peyam ji rojnamevanên lseranserê  cîhanê wergirtine  ku hevgirtina xwe bi gelê Îranê re ragehandine  û dixwazin di zûtirîn dem de bên Îranê da ku êrişa rejîma Siyonîst lser Îranê û berxwedana gelê Îranê vebêjin.

Norûzî bal kişand  ser hevgirtina  cîhanî ya medyayan bi Radyo û Televîzyona Îranê  piştî kiryara terorîstî ya rejîma siyonîst li dijî vê rêxistinê û got: Dîmena ku pêşkêşvana Radyo û Televîzyona Îranê di heynê êrişa rejîma siyonîst ser vê rêxistinê dexuliqand yek ji kêliyên bêhempa di dîroka medyayê de bû û bû wek hêmaya  hêza gelê Îranê.

Serepeyv