Tîrmeh 16, 2025 20:01 Asia/Tehran

Rêberê Şoreşa Îslamî di hevdîtina ligel serok û berpirsên payebilind ên Dezgeha Dadweriyê tekez kir: Bila her kes bizanibe ku Xwedê Teala di saya nizama Îslamî û di bin sîwana Quran û Îslamê de serketina gelê Îranê garantî kiriye û bê guman gelê Îranê dê ser keve.

Rêberê qedirbilind ê Şoreşa Îslamî vê sibê di hevdîtina tev serok û berpirsên payebilind ên Dezgeha Dadweriyê û serokên dadgehên seranserê welêt,  tevî şirovekirina xebata mezin a gelê Îranê di şerê sepandî yê vê dawiyê û têkbirina hesab û planên destdirêjkeran da, bal kişand ser yekîtiya mezin a gelê Îranê, tevî hemû cudahîyên di bîr û hizrên siyasî û ferqa di ol û mezheban ji bo berevaniya ji Îrana ezîz û tekez kir: Erka giştan e ku vê yekîtiya neteweyî biparêzin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Karê mezin ê gel di şerê 12 rojî de vîn û baweriya neteweyî bû, ji ber ku ruhê hebûna morelê û amadebûna ji bo rawestana li ber hêzeke mîna Amerîka û kûçikê wê yê zincîrkirî, Rejîma Siyonîst, pir biqîmet e. Rêberê Şoreşê  bal kişand ser vê yekê ku bila hem dost û hem jî dijmin bizanin ku gelê Îranê di tu meydanekê da yê lawaz nebe û got: Em xwediyê hemû amûrên pêwîst wek mantiq û hêza leşkerî ne lewma çi di warê dîplomasiyê de be çi jî di warê leşkerî de, her gava ku em têkevin meydanê bi hezkirina xwedê em ê desttijî bikevin meydanê. 

Wî bal kişand ser eşkerebûna rûvek, pîlan û armancên veşartî yên dijminê destdirêker dijî gelê Îranê û got: Xwedê plana wan pûç kir û gel anî meydanê da ku piştgiriyê bidin hikûmet û nizamê û herwiha gel berevajî xeyala dijmin, rabû ku bi can û aborê piştgiriyê bide nizamê.

Rêberê şoreşê axivftin û sekinîna li kêleka hev ya kesên bi bîr û hizrên mezhebî yên tam cida û helwêstên siyasî yên cida û heta dijîhev sedema pêkhatina yekitiya mezin a neteweyî zanî û bal kişand ser pêwîstiya parastina vê yekitiya mezin û got: Hemû kes ji wan rojnamevan, dadwer, berpirsên hikûmetê, mela û pêşnimêjên înê, erkdar in ku yekîtîya neteweyî biparêzin. 

Ayetullah Xamineyî  bal kişand  ser  vê yekê ku  divê rayedar bi hemû hêz û morela xwe karê xwe bidomînin û got:Bila hemû bizanibin ku li gorî ayeta وَ لَیَنصُرَنَّ اللهُ مَن یَنصُرُه»

Xwedê di saya nizama Îslamî û sîwana Quran û Îslamê de alîkariya xwe bo gelê Îranê garantî kiriye û bê guman ev gel dê ser keve.

 

Serepeyv