Tîrmeh 12, 2025 18:55 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Heke muzakireyek pêk were jî yê tenê têkildarî mijara navokî be

Wezîrê Karên Derve yê Îranê dîyar kir ku hevkarîya me bi Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê ra nehatîye sekinandin û bi şiklekî nû didome û got ku heke Ewrûpa mekanîzma maşeyê bi kar bîne, ev tê wateya bidawîhatina rola wan di mijara navokî da.

Seyîd Ebbas Iraqçî di civîna tev balyoz û kardarên bîyanî li Têhranê da got: Destdirêjîya Amerîka û Rejîma Sîyonîst ser Îranê berovajî mafên navdewletî bû û ev yeka ku hin welatan ew destdirêjî şermezar nekirin, sedema mixabinîyê ye. Nêzî 120 welatî destdirêjîya Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê ser Îranê şermezar kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Hevkarîya me bi Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê ra nehatîye sekinandin belku şiklekî nû li xwe girtîye. Ji vir pê va têkilîya tev Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê ji rêya Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê va tê birêvebirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Ti rêyek bilî vegera ser dîplomasîyê û rêçareyeke ku bibe mijara muzakirê û li ser lihevkirin pêk were tineye û Îran hela jî amade ye ku ji rêya dîplomasîyê vê dilnîyayîyê pêk bîne û divê alîyên beranber jî ji bo me pêbawer û dilnîyabûnê pêk bînin. 

Serepeyv