Tîrmeh 04, 2025 19:54 Asia/Tehran
  • Rûreşiya hertimî li piştgir û rewakerên rejîma şerxwaz a siyonîst be!

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Avêtina mûşekan, avêtina wesayîtan û kuştina mirovan di ronahiya rojê de mînakên karê qirêj ê rejîma êrîşkar a Siyonîst li Tehranê ne.

Îsmaîl Beqayî, vîdyoyek weşand ku tê de sivîl di kolanek li taxa Tecrîşê ya Têhranê de tên hedefgirtin û li ser tora civakî ya X`ê nivîsand: Eva ew kêlî ye ku rejîma êrîşkar a siyonîst karek qirêj li kolanên Tehranê dike; mûşekan diavêje kolanan, ji ber giraniya teqînê otomobîl û mirov diçine esmanê û di ronahiya rojê de mirovan dikuje!

Eva heman karê qirêj e ku rejîma Îsraîlê bi dehan salan e li Filistîna dagirkirî û deverên din ên herêma me bi awayekî adetî dike û welatên rojavayî hîn jî wê han didin! Şermek hetahetayî ji bo piştgir û rewakerên vê rejîma şerxwaz, yên ku bi zanebûn li aliyê xelet ê dîrokê sekinîne!

Serepeyv