Hezîran 14, 2025 17:32 Asia/Tehran
  • Îranê 2 cêtên F-35 ên israyîlî jorda xistin

Mertala Berevanîya Hewayî ya Îranê 2 balafirên cengê yên pêşketî yên F-36 ên rejîma Israyîlê ya dagirker di dema destdirêjîya artêşa wê rejîmê ser Îranê da jorda xistin.

Li gorî agahîyên ji çavkanîyên navxweyî, Mertala Berebvanîya Hewayî ya Îranê karîye di encama pevçûnên hewayî da 2 cêtên F-35 ên artêşa Rejîma Sîyonîst a destdirêjker di dema êrişên Rejîma Sîyonîst ên di 2 şvên buhurî ser Îranê da jorda bixe.

Li gorî raporên leşkerî, Îranê bi saya mertalên berevanîya hewayî yê pêşketî yên xwe ji wan bi ya Xordad-15 û Pawir-373yê ew 2 balafirên cengê yên F-35 jorda xistine.

Tê gotin ku yek ji wan balafirên cengê yên artêşa Rejîma Sîyonîst li rojavaya Îranê hatîye jordaxistin û firokevan jî bi saya sendelîya taybet xwe firrandîye û hêzên Îranê ew girtine. 

Serepeyv