Êrişa cinayetkarane ya Rejîma Siyonîst ser hin navçeyên Îranê
Li dû êrişa terorîstî ya Rejîma Siyonîst ser Têhranê û hin bajarên Îranê, hejmarek ji fermandeyên leşkerî, zanyar û xelkê sivîl şehîd bûn.
Di encama êrişa terorîstî ya Rejîma Siyonîst ser Têhranê û hin bajarên Îranê serleşker Mihemed Baqirî, serokerkanê hêzên çekdar, Serleşker Hisên Selamî, serfermandê Sipahê Pasdaran, Serleşker Xulamelî Reşîd, fermandê Biryargeha Navendî ya Xatemulenbiyayê û serdarê şehîd Emîrelî Hacîzade, fermandê hêza hewafeza ya Sipahê, mezlûmane şehîd bûn. Herwiha di vê operasiyonê de zanyarên navokî ji wan Ferîdûn Ebasî, Mihemedmehdî Têhrançî, Seyîd Emîrhisên Fiqhî, Ebdulhemîd Mînûçêhr, Ehmedriza Zulfeqarî û Ekber Mutelibîzade şehîd bûn. Di 12 parêzgehan ji wan li Têhran, Tewrêz, Kirmanşan, Îlam û bajarên din de xisar pêk hatine. Çend avahiyên xelktêde di encama van êrişan de hatine bombebarankirin ku di navçeyên sivîl da bûn û di encamê de bi dehan şehîd û bi sedan kes birîndar bûn. Bi giştî 140 tîmên operasiyonê yên Hîva Sor alîkariya xelkê kirin, 670 kesên xwebexş û hêzên pisporiyê yên rêxistina Hîva Sor karên alîkarîgîhandinê cih anîn. Bi sedan kes ji birîndarên vê bûyerê bo navendên dermankirinê hatin veguhestin û hin birîndar jî hema di cihê bûyerê de hatin dermankirin.