Hezîran 11, 2025 19:25 Asia/Tehran

Endamên parlimana Îranê di daxuyaniyekê de hişyarî dan ku dayîna her cure biryarnameylekê ji hêla Konseya hikimdarên ajansê ve, derbeyeke mezin li demajoya muzakiran dixe û divê Amerîka bedêla reftara dijminane ya ajansê bide.

 Di daxuyaniya parlimanterên îranî da hatiye: Meclisa Îranê, bi nirxandina  deqîq û çavdêriya berdewam ser rewşê, hişyariyê dide ku li gorî belgeyên heyî, tu bawerî bi Amerîkayê û pêvajoya heyî ya muzakiran tune û Amerîka bi hevahengiya tam bi rejîma cinayetkar a Siyonîst re û di bin bandora fermanên Serokwezîrê cinayetkar û zarokkuj ê wê  dixwaze muzakiran bike wekî davikeke stratejîk ji bo Îranê, lewma divê hikûmet û tîma muzakirekar gelek hişyar bin û bersiveke xurt bidin wan.

Di vê daxûyaniyê de hatiye tekezkirin ku mafên rewa yên gelê  Îranê li gor  NPTyê  bi tu awayî nabin mijara muzakirê û divê her cure plana ku van mafan binpê dike bilez were redkirin.

Li gorî vê daxuyaniyê, meclisa Îranê hişyarî dide ku dayîan her biryarnameykê di konseya hikimdarên ajansê dê pêvajoya muzakiran têk bibe, û divê  Amerîka bedela reftara dijminane ya ajansê bide.

Serepeyv