Hezîran 10, 2025 20:40 Asia/Tehran

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi redkirina tawanên nû yên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê dijî Bernama Navokî ya Îranê, pêhişyarî da eger ku biryarnameya nû ya Konseya Hikimdaran werer pejirandin, Komara Îslamiya Îranê wê bertekek guncaw û webirr nîşan bide.

Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareka karên derve ya Îranê, bi rexnekirina rewşa siyasî ya li ser civîna herî nû ya Konseya Hikimdaran a Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê, pêgîrî kir: Rapora ser-rêvebirê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li ser Îranê, ne bi palpiştiya belgeyên teknîkî, belkî anegorî fermana siyasî ya sê welatên ewrûpî û Amerîkayê hatiye amadekirin û mixabin dubarekiirna heman îdiayên berê û çareserbûyî ji xwe re kiriye bingeh.

Beqayî bi rexnekirina nihêrîna bi dijminatî  hin welatên rojavayî destnîşan kir: Meriv nikare hemû Ewrûpayê tawanbar bike ji ber ku nihêrînên hemû welatên ewrûpî wekhev nînin lê serkirdên vê nihêrîna bi dijminatî hema ew sê welatên naskirî yên ewrûpî ne ku bi amadekirina biryarnameya bi dijminatî, çakiyên Îranê berçav negirtine. Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê li ser îhtimala biryarnameya nû ya dijî Îranê herwiha got: Di du salên buhurî de herîkêm Çar biryarnameyên wek viya dijî Îranê hatine derxistin û tevî pilandarêştina sê welatên ewrûpî û Amerîkayê, pirr muhtemel e ku ev biryarname jî were pesendkirin lê li gorî tecrubeyan her dema ku aliyê hember rêya gotûbêj û lojîkê wêde daye û nihêrîna siyasî û zextê daye ber xwe, Îranê hertim bi kiryareka guncaw bertek nîşan daye.

Serepeyv