Pizişkiyan: Em ji bo çavdêriyê amade ne/Em zordarî û şiltaxan qebûl nakin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got ku em qebûl nakin ku kesên din ji bo pêşeroj û çarenûsa gelê me biryaran bidin; Komara Îslamî ya Îranê her tim amade ye ku guh bide gotinên maqûl , lê tu carî zordarî û şiltaxan qebûl nake.
Mesûd Pizişkiyan îro berî nîvro li hevdîtina li gel Murad Nurtleo, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Komara Kazaxistanê tevî pîrozkirina Cejna Qurbanê amajeyî muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê kir, û got: Mehneyên derbarê bernameya navokî ya aştiyane ya Îranê di demekê de tên hilêxistin ku me bi berdewamî bi zelalî gotiye û di pratîkê de nîşan daye ku me qet li dû hilberandina çekên navokî an çekên komkujiyê nebûne û nabin jî.
Pizişkiyan got: Çawa ku em ji bo çavdêriyê amade ne, em her cure bêparkirina gelan ji zanîn, teknolojî û destkevtên zanistî qebûl nakin. Wî got ku Komara Îslamî ya Îranê her tim amade ye ku guh bide gotinê maqûl lê tu carî zordarî û şiltaxan qebûl nake.
Di hevdîtinê de, Cîgirê Serokwezîrê Kazaxistanê her wiha derbarê viyana cidî ya welatê xwe ji bo xurtkirina têkiliyên bi Komara Îslamî ya Îranê re di warên siyasî, aborî û herêmî de agahî da û hêvî kir ku bi hevkariya hevbeş, têkiliyên di navbera her du welatan de bikevin qonaxek nû ya geşatiyê.
Li gorî nûçeyek din, îro rêketinnameya hevkariyê di navbera Îran û Kazaxistanê di hevdîtina Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Wezîrê Derve yê Kazaxistanê de li Wezareta Derve ya Îranê, hate îmzekirin.