Hezîran 04, 2025 20:18 Asia/Tehran
  • Rawîjkarîya Iraqçî û Şêx Ne`îm Qasim derbara rewşa navçeyê da

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Sersekreterê Hizbullaha Libnanê ra derbara rewşa navçeyê da rawêjkarî kir.

Şêx Ne`îm Qasim Sersekreterê Hizbullaha Libnanê îro mazûvanîya Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê kir. Di vê hevdîtinê da Micteba Emanî balyozê Îranê yê Libnanê jî amade bû.

Iraqçî derbara vê hevdîtinê da ku li Beyrûtê pêk hat, pêgirî kir ku em pêgirîyê ser girîngatîya peywendîyên dualî yên bi Libnanê re û meyla Îranê ya alîakrîya bo Libnanê û sekinîna rex vî welatî anegorî rêzgirtina dualî û xurtkirina hevkarîyan dikin.

Şêx Ne`îm Qasim jî di vê hevdîtinê da pêgirî ser girîngatîya rola erênî ya Îranê li herêmê û piştgirîya ji Bereya Berxwedanê û gelê Filistînê kir û got: Em ji ber piştgirîya berdewam ji gel û berxwedana Libnanê destxweşîyê li Îran, Imam Xamineyî, Serokomar, dewlet û gelê Îranê dikin. 

Serepeyv