May 26, 2025 15:25 Asia/Tehran

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got: Îranê di çend heftiyên derbasbûyî de di muzakirên bi Amerîkayê re nîşan daye ku li dû derbaskirina demê nîne, û Muzakirên ku armanca wan bêparkirina Îranê ji mafê wê yê rewa be, negihîjin encamê

Îsmaîl Beqayî îro di civîna xwe ya çapemeniyê de got ku Îranê di hefteyên derbasbûyî de di muzakirên navokî de nîşan daye ku ew li dû derbaskirina demê nîne û bi awayekî cidî û bi armanc bona bidestxistina  têgihîştinek dadperwerane ser bingeha rastiyan tevlî muzakiran bûye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha bal kişand ser lidarxistina civata gotûbêja Tehranê û got: Lidarxistina vê civînê di vê astê de girîngiya Komara Îslamî ya Îranê û tekeziya Tehranê ser  hevkarî û diyalogê nîşan dide.

Beqayî got: Niha, yek ji mijarên herî girîng ên navçeyê berdewamiya jînosayd û cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê ye. Ev cinayet şermek ji bo mirovahiyê  ne. Wî piştgiriya rasterast û nerasterast a hinek ji  welatan ji berdewamiya cinayetên Rrejîma Siyonîst bi tundî şermezar kir.

Berdevkê Wezareta Derve di bersiva pirsekê derbarê rewşa herî dawî ya Mehdiye Îsfendiyarî, welatiya Îranî ku li Fransayê hatiye girtin, bi pêşkêşkirina raporekê li ser şopandinên Wezareta Derve ji dosiya vê welatiya îranî got:Piştî şopandina berdewam, ew heta niha du caran kariye serdana konsulxaneyê bike. Girtina Xanim Îsfendiyarî mînakek ji  girtina  bi serê xwe ye û tu tawanake  bi belge  û qanûnî ji wê re nehatiye ragehandin.

Beqayî tevî tekeziya ser pêwîstiya helwestên avaker ji aliyê welatên Ewropî  derbarê mijarên cûrbicûr,  ji wan muzakirên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê got ku dê derbarê dem û cihê gera nû ya muzakirên Îran û Ewropayê biryar were dayîn.

Serepeyv