May 24, 2025 18:53 Asia/Tehran
  • Artêşa Îranê: Em ê bersiveke tund bidin her cure destdirêjiya ser welêt

Artêşa Îranê ragihand ku ew ê bersiveke tund bidin her cure destdirêjiya ser welêt û emê qet nahêlin ku pîlanên kirêt ên dijminan serê xwe bigrin.

Artêşa Îranê îro bi boneya salvegera rizgarkirina Xuremşehrê di daxuyaniyekê de hişyarî da ku ew her tevgereke dijminane li herêmê dişopîne û dê bi tundî li hember her gefekê raweste.

Artêşa Îranê her wiha amadetiya xwe li kêleka hêzên din ên çekdar ên welêt, ji bo berevaniya ji yekparçetiya axê, serxwebûn û ewlehiya welêt piştrast kir.

 Artêşa Îranê di vê daxûyaniyê de salvegera rizgarkirina Xuremşehrê wekî sembola berxwedan û serkeftina xwînê li hember şûrê  bi nav kir û ew bîranîna şaheserên hemasî yên Mucahîdên Îslamê di Operasyona  Beytulmuqedesê  û pêkanîna peyama Îmam Xumeynî (RE) da zanîn.

Serepeyv