Lidarxistina sêyemîn gera muzakirên Îran û Amerîkayê li Romayê
Pêncemîn gerra muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê li yek ji cihên dîplomatîk ên hikûmeta Omanê li paytexta Îtalyayê hat lidarxistin.
Di vê gera gotûbêjan de, wekî çar gerên derbasbûyî şanda Îranê bi serokatiya Eraqçi û şanda amerîkî jî bi serokatiya Stîv Wîtkav beşdar bibûn. Di muzakirên îro de, Maykêl Anton, rêveberê plansaziya siyasî li Wezareta Derve ya Amerîkayê, ku bi curekê serokatiya tîma pisporên amerîkî dikir, hevrêtiya Wîtkaf dikir.
Tîma muzakirekar ya Îranê dîplomatên payebilind ên wek Mecîd Text Rewançî, Cîgirê Wezîrê Derve yê bo Karûbarên Siyasî, Kazim Xerîbabadî, Cîgirê Wezîrê Derve yê bo Karûbarên Yasayî û Navneteweyî û Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve jî amade bibûn.
Yek ji mijarên girîng ên muzakirên îro di navbera Îran û Amerîkayê de mijara zengînkirina uranyumê bû û di halekî de ku rayedarên Amerîkayê li gotinên zêdegavane de tekez dikin ku divê zengînkirina uranyumê li Îranê were rawestandin û divê saziyên navokî yên Îranê werin hilweşandin, Mecîd Text Rewançî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê yê ji bo Karûbarên Siyasî, got: Helwestên amerîkiyan derbarê mijarên navokî yên Îranê newekhev in.