Teqeziya Eraqçî ser pêwîstiya yekparçeyiya axa Sûriyê
Seyîd Ebas Eraqçî, kêfxweşiya xwe ji ber rakirina boykotên Amerîkayê dijî gelê Sûriyê diyar kir û got: Em hêvî dikin ku Sûriye ber bi aramiyeke zêdetir, yekperçetiya axê ya zêdetir û bidawîanîna dagirkeriya rejîma Siyonîst û yekîtîya hemû komên etnîkî ve here.
Wezîrê Derve yê Îranê diyar kir: Em li bara têkiliyên baş ên cîrantiyê bi herêma derdora xwe re cidî ne, û em di vê rêyê de çûne, û me têkiliyên siyasî, aborî û çandî yên pir baş bi hemî cîran û welatên derdorê re daniye. Wî bal kişan d ser dawîn alûgurên Sûriyê û destnîşan kir : Niha di navbera Tehran û Şamê de tu têkilî tune û em lezê ji bo têkiliyan nakin.
Wî tekez kir: Her dema ku hikûmeta Sûriyê bigihîje wê encamê ku têkiliyên bi Îranê re çiqas dikarin alîkariya gelê Sûriyê bikin, em amade ne ku bersiva daxwaza wan bidin. Eraqçî behsa rewşa niha ya herêmê û hewldanên rejîma Siyonîst ji bo zêdekirina nakokiyan li Rojavayê Asiyayê kir û got: Di rewşa heyî de, hişyariya welatên misilman ev komplo bêencam kirine.