Bersiva Îranê himber idiaya NY ya binpêkirina boykota çekan a dijî Yemenê
Wekîlê Îranê li NY got: Idiaya NY ya ku dibêje Îranê boykotên di warê çekan da yên dijî Yemenê binpê kirîye, pûç û bêbingeh e.
Emîr- Se`îd Îrewanî wekîlê Îranê li NY di civîneke Konseya Emnî ya vê rêxistinê da ku bi mijara ``xurtkirina ewlehîya deryayî ji rêya hevkarîya navdewletî ji bo istiqrara cîhanî``hat lidarxistin, herwiha got: Îranê hertim xwe ji kar û çalakîyên ku berovajî biryarnameyên Konseya Emnî bin, dûr ragirtîye.
Îrewanî pêgirî kir: Îran hela jî pabendê qanûnên navdewletî yên deryayî ye û bi hemî alîyên xwedîberjewendî yên berpirs ra hevkarîyê dike ta ku rêyên gemîvanîyê vekirî, ewleh û di bin serwerîya qanûnê da bimînin, ne di bin nîrê zorbêjîyê da.
Îrewanî herwiha got: Îranê wek welatekî perravî bi sînorên dirêj û berfire li Kendava Farsê û Deryaya Ummanê, hertim roleke girîng di xurtkirina ewlehî û istiqrara Tengerêya Hurmizê da lîstîye û Hêza Deryayî ya Îranê jî roleke kilîdî di dabînkirina ewlehîya derbasgehên istiratejîk ji wan Tengerêya Bab ul mendebê û bakura oqyanûsa Hindê da heye û bilî garantîkirina derbasbûna ewleh a gemîyên ticarî û nifthilgir, di xurtkirina ewlehîya deryayî ya herêmî û navdewletî da beşdar dibe.
Wekîlê Îranê li NY herwiha got: Îranê hertim pêgirî kirîye ku istiqrara mayinde ya deryayî hewcedarê hevkarîya berfire ya welatên herêmê ye, lê mixabin kiryarên zorbêjane yên tund, nemaze boykotên Amerîkayê, hewlên komkî lawaz dikin.