Civîna Sêyemîn a Parêzgarên Herêma Kurdistanê
Sêyemîn civîna parêzgarên Herêma Kurdistanê ligel parêzgarên sînor ên Kurdistan, Azerbaycana Rojava û Kirmaşanê hat lidarxistin.
Şandeke Herêma Kurdistanê ku ji çar parêzgarên Dihok, Silêmanî, Helebce û Hewlêrê, ligel odeyên bazirganiyê yên van çar parêzgehan û hejmarek rêveberên deriyên sînorî pêk dihat, vê sibê gihîşt Sineyê. Civînek ser navê Civîna Sineyê bi amadebûna parêzgarên hevsînorê Îran û herêmê hate lidarxistin.
Di vê civînê de şandên aborî yên ji Herêma Kurdistana Iraqê jî amade bûn. Mijara vê civînê hevkariyên aborî ya hevbeş di navbera her du aliyan de ye. Omîd Xoşnav, wekî nûnerê parêzgarên herêmê, got: Herêma Kurdistana Iraqê tim li dû xurtkirina têkiliyên xwe bi Îranê re di warên aborî, siyasî, çandî û civakî de ye.
Ezmûnên berê nîşan dane ku civînên i vî rengî asta têkiliyên di navbera her du aliyan de jorde birine û encamên baş hebûne.