Iraqçî: Têhran dikare bibe navendeke lihevguhertina agahîyan li cîhanê
May 19, 2025 19:06 Asia/Tehran
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbara lidarxistina Kombûna Dîyalogê ya Têhranê da ragihand ku Îran dikare navendeke lihevguhertina agahîyan li navçeyê û asta nadewletî da be.
Wî herwiha got: Lidarxistina vê kombûnê bû ezmûneke baş ji bo me û mêvanan jî bi awayekî balkêş bala xwe danê. Ev girîngatî û hitbara vê kombûnê ray dide û vîya nîşan dide ku Têhran dikare navendeke lihevguhertina agahîyan li astên navçe û cîhanê be.
Iraqçî derbara asta beşdarîya welatan di Kombûna Dîyalogê ya Têhranê da jî got: Rayedarên ku beşdar bûn, astbilind bûn û ev jî balkêş bû. 6 Wezîrên karên Derve yên ji welatên navçeyê beşdar bûn. Gellek Cîgirên Wezîr, Wezîr û Serokomarên berê beşdar bûn.