Îran: Mijara xurtkirina oranîyomê qet ne mijara muzakirê ye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Mijara xurtkirina oranîyomê wek beşeke pêvajoya pîşeya navokî ya Îranê qet ne mijara muzakirê ye.
Ismayîl Beqayî di civîna çapemenîyê ya heftane da got ku xurtkirina oranîyomê ji bo Îranê ne mijareke fantezî ye, Xurtkirina oranîyomê encama ked û hewla zanyarên navokî yên me ye. Berdewamkirina vê pêvajoyê mafê qanûnî yê Îranê ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got ku em hela jî bi qeyrana di encama zêdexwazîya Rejîma Sîyonîst da rûbirû ne. Tişta ku li Xezzeyê diqewime, mêriv diêşîne. Gellek kes hatin kuştin û heta di bin kavilan da mane. Xirabtir ji wê, ew bûyer di bin sîya bêdengî û piştgirîya Amerîka, Ingilîs û hin welatan a bi çek û rextan diqewimin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbara hebûna leşkerên Tirkîyê li bakura Iraqê û xwehilweşandina PKKê da jî got: Em ji çekdanîna PKKê pêşwazîyê dikin û hêvîdar in ku bibe sedema istiqrar û ewlehîyê li navçeyê. Parastina ewlehîya Iraqê ji bo me girîng e û di her rewşekê da divê rêz li serwerî û yekperçetîya axa Iraqê were girtin.