Civata Gotûbêja Tehranê
14emîn Civata Gotûbêja Tehranê îro bi amadebûna Serokê Komara îslamî ya Îranê, rayedarên 53 welatên cîhanê û nûnerên NY li Wezareta Derve ya Îranê dest pê kir.
Civata Gotûbêja Tehranê bi beşdariya 200 şandeyan û berpirsên payebilind ên 53 welatan û nûnerên NY li Wezareta Karên Derve ya Îranê hate lidarxistin.
Rayedarên payebilind ên hin welatên herêmê beşdarî vê civînê bûn.Di merasima destpêkê ya Civata Gotûbêja Tehranê Serokkomarê Îranê Mesûd Piişkiyan banga yekîtiya di navbera welatên Îslamî dijî cinayetên dagirkerên li Xezzeyê kir.
Pêzişkiyan got: Divê em destên xwe bidin hev û herêmekê ava bikin ku tê de aştî, aramî, mirovahî û edalet serdest be.
Pizişkiyan her wiha behsa muzakirên di navbera Îran û Amerîkayê kir û got ku li gorî Peymana Belavnekirina Çekên Atomî, mafê Îranê heye ku lêkolînên aştiyane yên atomî hebe û ev welat, li gorî prensîbên xwe yên olî, tu carî li dû çekên atomî nîne.
Wezîrê Derve yê Îranê Seyîd Ebas Eraqçî jî di vê cibvatê de got:Siyaseta derve ya Îranê ew e ku têkiliya herî zêde bi cîranên xwe re hebe û tim hewl dide têkiliyên siyasî, aborî û çandî bi welatên herêmê re berfireh bike. Eraqçî her wiha rexne li berdewamiya cinayetên dagirkeran li Xezzeyê girt û tekez kir ku divê çarenivîsa herêmê li gor biryarên hêzên derveyî herêmê nebe .Di heman demê de, Bedr El-Bûseîdî Wezîrê Derve yê Umanê şîdet û kuştina gelê Filistînê wekî karesatekê û neheqiyek mezin bi nav kir û got: Ew tundî û tevkujî ku gelê Filistînî îro pê re rû bi rû ye, karesateke mirovî û cîhanî ye, karesateke ku diviyabû çênebûya.
Wezîrê Derve yê Tacîkistanê jî tekezî ser pêwîstiya agirbesa li Xezzeyê kir.Mêvanên din ên beşdarî vê civatê bibûn piştgiriya xwe gelê Filistînê ragehandin û daxwaza agirbeseke bi lez kirin. Civata Gotûbêjê ya Tehranê dê heta sibê berdewam bike.