May 17, 2025 17:14 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Zengînkirina oranîyomê û binesazîyên navokî ne mijara muzakirê ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî ser helwesta maqûl a Têhranê ya pêwîstîya sûdwergirtina ji mafên qanûnî yên xwe anegorî Peymana NPTyê kir.

Seyîd Ebbas Iraqçî di hevdîtina tev desteya Konfiransa Navdewletî ya Pogovaşê da got: Gelê Îranê di 30 salên buhurî da ji bo parastina serxwebûnê û bidestxistina teknolojîya navokî û zengînkirina oranîyomê berdêleke giran daye, ji ber vê yekê gelê Îranê qebûl nake ku wek endamekî Peymana Qedexekirina Berfirekirina Çekên navokî ku berhemanîna çekên hanê heram dizane, ji pîşeya navokî ya biaştî bêpar bimîne.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku Îran ji bo jordabirina asta zanist û teknolojîya navokî ya biaştî micidd e û hevgavê vê yekê ji bo danuistandina tev Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) û alîyên din ji bo pêkannîa pêbawerîyê têkildarî esasa biaştîbûna bernama navokî ya xwe amade ye. 

Serepeyv