Rêberê Şoreşê: Hin gotinên Serokomarê Amerîkayê ne hêjayî bersivdanê ne
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî got: Hin gotinên Serokomarê Amerîkayê di seredana wî ya navçeyê da, qet ne layiqî bersivdanê ne.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di hevdîtina tev hejmareke mu`elim û berpirsên Wezareta Perwerdê da got: Asta wan gotinan huqasî nizim e ku sedema şermkirina bêjerê wan gotina xwe û sedema serşurîya gelê Amerîkayê ne. Ti karê min li wan neketîye, lê divê em bala xwe bidin ser yek du gotinan. Trump got ku dixwaze zor û karînê ji bo aştîyê bi kar bîne; derew kir. Ew û berpirsên amerîkî, hikûmetên Amerîkayê iqtidar û karînê ji bo qirrkirina gelê Xezzeyê, şerûtîya li her dera ku bikaribin, ji bo piştgirîya ji kirêgirtîyên xwe bi kar tînin.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiha got: Amerîkîyan kînga zor û karîn ji bo pêkanîna aştîyê bi kar anîne? Erê, zor û karîn dikarin ji bo pêkannîa aştî û ewlehîyê werin bikaranîn. Lewma ye ku bila çevê dijminan kor be, emê her roj şîyan û karîna xwe û welêt zêde û xurttir bikin. Lê wan ev yeka nekirin, Ew zorê bi kar tînin ji bo ku bombeyên deh tonî bidin Rejîma Sîyonîst ku ser serê zarokên Xezzeyê, nexweşxane, malên xelkê li Libnanê û her dera ku bikaribin, bibarîne.
Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha got: Serokomarê Amerîkayê mînakekê raberî welatên ereb dike ku li gorî gotina wî, bi wê modelê, ew welatana bêyî Amerîkayê nikarin hema 10 rojan jî bijîn. Trump xwe jî dema seredana welatên ereb da got ku heke Amerîka nebe, ew nikarin10 rojan xwe xweyî bikin; Amerîka wan xweyî dike.
Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiha got: Bêguman ev modela Amerîkayê ji bo welatên herêmê têk çûye, bi saya vîn û hewla gelên herêmê, divê Amerîka ji navçeyê vekişe û dê here jî. Li vê navçeyê Rejîma Sîyonîst ku bingeha fesad, şer û nakokîyê ye û herwiha toximê kansera bitaluke û kujer li navçeyê ye, divê were kokbirkirin û dê bibe jî.