May 15, 2025 21:00 Asia/Tehran

Serokê Komara Îslamî ya Îranê siyasetên newekhev û dualî yên Amerîka û welatên Rojavayî derbarê gelên navçeyê û bi taybetî li hember gelê Îranê rexne kir.

Mesûd Pizişkiyan, Serokê Komara Îslamî ya Îranê  bal kişand  ser  gotinên vê dawiyê yên serokkomarê Amerîkayê û piştgiriya vî welatî ji  rejîma siyonîst  û got ku şerê Xezzeyê û cinayetên rejîma siyonîst ku  di encamê de zêdetirî 60 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane  bi başî rûyê dewekarên mafên mirovan eşkere kiriye.

Serokkomarê Îranê bal kişand  ser  cinayetên rejîma siyonîst li dijî gelê mezlûm ê Xezzeyê û  tekez kir:  Heke di navbera welatên îslamî de yekîtî û hevgirtin hebûya, bêguman rejîma siyonîst  mecaleke wisa peyda nedikir ku  vê astê tundûtûjî û jînosaydê pêk bîne û rewşa aborî û jiyana gelên misilman ewqas lawaz nedima.Pezşekiyan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser vê yekê ku hewldanên dijminan  ji bo lawazkirina Îranê di 47 salên borî de bêencam bûne û wê di pêşerojê de jî   işkestê bixwen.

Tevî komployên dijminên me, em li aştî û aramiyê digerin. Em  bi cîranên xwe ji  kokekê ne û em bi cîranên xwe re dost in. Bi hezaran sal in ku  li ser vê axê  rîşe û rehên me  hene, lê ew in ku reh û rîş wan tine ye   .Lê ew heqaretê li me îraniyan dikin.

 Me peymanek biratiyê li gel hemû cîranên xwe heye. Pizişkiyan destnîşan kirin: Wan zanyarên me yên herî baş teror kirin paşê jî ji me re dibêjin terorîst.Îsraîl 60 hezar  mirovên bêguneh kuştin û dîsa jî ew qala aştiyê dike.

Serepeyv