Iraqçî: Gotinên Trump li Erebistanê xapînok bûn
Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê derbarê gotinên Donald Trump, Serokkomarê Amerîkayê li Erebistanê yên têkildarî Îranê da got: Min gotinên Serokkomarê Amerîkayê yên şeva derbasbûyî bihîstin. Mixabin, nêrîneke xapînok hat hilêxistin.
Seyîd Ebas Iraqçî tekez kir ku Amerîkayê bi rêya boykotan di çil û çend salên borî de, bi zext û gefên xwe yên leşkerî û sivîl, rê li ber pêşketina gelê Îranê girtiye.
Wî bal kişand ser vê yekê ku Trump li dû vê yekê ye ku Îranê wek gefekê li herêmê bide nasandin û tekez kir: Kîjan rejîmê li Xezzeyê 60 hezar kes kuşt û ewqas wêranî li Xezzeyê pêk anî?" Kîjan rejîm êrişî herêmên derdora Filistînê, ji wan Libnan, Sûriye û Yemenê dike? Ew hewl didin Îranê wek gefeke dijî navçeyê nîşan bidin da ku gefa sereke were jibîrkirin, lê divê ew bizanibin ku ew di vê rêyê de jî dê bi ser nekevin.