May 08, 2025 18:07 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Wezîrê Karên Dedrve yê Îranê tev Serokomarê Hindê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi Serokomarê Hindê ra hevîdtin û gotûbêj pêk anî.

Seyîd Ebbas Iraqçî piştî hevdîtina tev Serokomarê Hindê, wek dawîn plana seredana xwe ya Hindê, bi Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê vî welatî ra jî hevdîtin û goitûbêj pêk anî.

Iraqçî vê sibê bi hevtûşê xwe yê hindî ra jî hevdîtin pêk anîbû û di vê hevdîtinê da bal kişandibû ser rabhorîya peywendîyên dêrîn ên şaristanî, dîrokî û çandî yên Îran- Hindê û pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê vîneke ciddî ji bo berfirekirina peywendîyên di navbera Têhran- Dîhlîya Nû di warên curbicur da heye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî amajeyî seredana Wezîrê Karên Derve yê Îranê ya Hindê kir û got: Di vê seredanê da çend belgeyên hevkarîyê bi merema jordabirina asta peywendîyên di warên abor, gumrik û tenduristîyê da hatin wajokirin. 

Serepeyv