May 05, 2025 18:16 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Tenê rêyek ji bo serêxwegirtina hevhatinê heye; Dîplomasiya li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên dualî

Wezîrê karên derve yê Îranê pêgîrî kir: Tenê rêyek ji bo serêxwegirtina hevhatinê heye; Dîplomasiya li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên dualî.

Seyîd Ebas Iraqçî di peyamekî li X`ê de nivîsî: Piştgîriya ji jînûsayda Netaniyahu li Xezzê bi rêya şandina çekên mirinbar û şerxweziya bi nûneratiya Netaniyahu li Yemenê, ti destkevtek ji bo xelkê Amerîkayê tinebû.

Netaniyahu bi rûsortiyê hewl dide ser serokomar Trump bisepîne ku di dîplomasiya xwe bi Îranê re dikare çi karekî bike û çi karekî nikare bike. Herwiha dinya zaniye ku Netaniyahu çawan bi awayekî rasterast di hikûmeta Amerîkayê de destwerdanê dike ta ku wê ber bi karesateka din a di navçeya me da kaş bike.

Serepeyv