Îran: Em sozdarê dîplomasiyê ne lê em gefê nahemilînin
Wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê li ser pêkutiya Amerîkayê li ser berdewam û girankirina boykotên neqanûnî, di daxuyaniyekî de pêgîrî kir: Em sozdarê dîplomasiyê ne lê em gefê nahemilînin.
Wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê di vê daxuyaniyê de ji bilî şermezarkirina boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê, ragihand: Komara Îslamiya Îranê ji bilî pêgîriya li ser sozdariya li rêya dîplomasiyê û ragihandina amadetiya ji bo domandina muzakireyan, qet nihêrînên li ser bingeha gef û zextanînê ku hemû berpvajî nirxên rêziknameya NY û mafên navnetewî ne û bi armanca derbelêdana li berjewendiyên netewî yên Îranê û ji bo binpêkirina mafên mirovî yên hevwelatiyên îranî pêk hatine, nahemilîne û berdewambûna boykotên neqanûnî û zexta li ser şirîkên aborî û bazirganiyê yên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve bi tundî şermezar dike û ewê nîşanek din a mafdarbûna gelê Îranê dize ku di warê dîplomasiyê de bi awayekî kûr li Amerîkayê bi şik û guman bin.