Hişyariya Îranê derbarê dûhatên reftar û helwestên bi tehrîk ên Amerîkayê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê encamên reftarên newekhev û helwestên bi tehrîk ên Amerîkayê hişyarî da.
Îsmail Beqayî, Berdevkê Wezareta Karên Derve boykotên nû yên Amerîkayê dijî kesayetî û saziyên yasayî li Îranê û çend welatên din bi hinceta hevkariya bi Îranê re di warên cûrbecûr ên aborî û bazirganiyê de bi tundî şermezar kir.
Wî bal kişand ser dewama siyasetên dijminane, neqanûnî û nemirovane yên Amerîkayê dijî gelê Îranê û boykotên zalimane yên vî welatî dijî Îranê wekî binpêkirina prensîp û rêzikên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî, ji wan pîvanên mafên mirovan, bi nav kir û diyar kir: Boykotên çend rojên buhurî yên li dijî kes û şîrketên îranî û ne-îranî bi hincetên cûrbecûr nîşanek eşkere derbarê pêkutiya siyasetmedarên amerîkî ser binpêkirina maf û berjewendiyên welatên din û her wiha hewldanên wan ji bo têkbirina têkiliyên dostane û qanûnî bi welatên pêşketî re bi rêya terorîzma aborî ye.