Îran: Wêdedanîna ewropiyan ji muzakiran biryara wan bi xwe bû
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bal kişand ser wê yekê ku dê gera çaremîn a muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de were lidarxistin û got ku wêdedanîna ewropiyan ji van muzakiran biryara wan bi xwe ye.
Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya rojnamevanî ya heftiyê de got ku gera çaremîn a muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de dê li Meesqetê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Îranê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Stîv Wîtkaf were lidarxistin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tekez kir: muzakirên bi şandeya Amerîkî re derbarê ti hûrgiliyan lihevkirin çênabe heta dema ku çarçoveya giştî ya ku em dixwazin tê de cih negire.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê berdewamiya cinayetên rejîma Siyonîst li Xezzeyê û her wiha piştgiriya hinek ji welatên Rojavayî û Amerîkayê ji van cinayetan şermezar kir û bêdengiya rêxistinên navneteweyî li hember van cinayetan rexne kir.