Nîsan 27, 2025 15:50 Asia/Tehran

Li dû teqîna li Bendera Şehîd Recayî ya Benderebasê, roja Duşemiyê li gişt Îranê tazîdariya giştî hate ragihandin.

Fatime Muhacêranî, berdevka hikûmeta Îranê got: Li dû bûyera tal a li Bendera Şehîd Recayî ya Benderebasê, sibê li gişt Îranê tazîdariya giştî hate ragihandin û serokomarê Îranê  jî bona şopandina bûyerê seredana Benderebasê kiriye.

Saziya Birêvebirina Qeyranê li Îranê jî ragihandiye ku operasiyona temirandina agirê li Bendera Şehîd Recayî ya Benderebasê hîna didome û zêde ji sedî 80`ê operasiyona temirandina êgir cih hatiye.

Li dû teqîna li Bendera Şehîd recayî ya Benderebasê, rayedarên welatên curbicur ên cîhanê bi peyamên cida, hevxemiya xwe ligel rêber, hikûmet û xelkê Îranê diyar kirin.

Nêçîrvan Barzanî, serok û Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û rayedarên din ên Herêmê hevxemiya xwe bi xelkê Îranê re nîşan dan.

Herwiha wezareta karên derve ya Iraqê, Hizbullaha Libnanê, Bereya Gelanî ya ji bo azadkirina Filistînê, Tevgera Hemasê, Wezareta karên derve ya Tirkiyê, wezareta karên derve ya Erebistana Siûdî û Stêfan Ducarîk, berdevkê NY, Vilademîr Pûtîn, serokomarê Rûsiyê û welatên din hevxemiya xwe bi Komara îslamiya Îranê re nîşan dan.

Duh li hewşa kanîtînêrî ya Bendera Şehîd Recayî ya Benderebasê, teqînek pêk hat ku di encamê de zêde ji 25 kesan canê xwe ji dest dan û zêde ji 800 kes jî birîndar bûn.

Serepeyv