Nîsan 26, 2025 15:22 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Li muzakirên Mesqetê derbarê şiyanên berevanî û mûşekî yên Îranê gotûbêj nehat kirin

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tekez kir ku mijara şiyanên berevanî û mûşekî yên Îranê di muzakirên Mesqetê bi şandeya amerîkî re neketiye rojevê û wê nekeve rojevê jî

Îsmaîl Beqayî got ku dewûra sêyemîn a muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê  îro siet 10ê sibê dest pê kir û şandeya Îranê cardin  tekezî ser helwestên xwe yên bingehîn  derbarê pêwîstiya rakirina boykotên bi neheqî û amadebûna xwe ji bo pêkanîna pêbaweriyê di derbarê mahiyeta aştiyane ya bernameya xwe ya navokî  kir.

Gera  sêyemîn ya muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de îro li Mesqetê navbera şandeyên Îranî û Amerîkî de, bi navbeynkariya hikûmeta Omanê, hat lidarxistin.

Ev gera muzakireyan derbarê mijarên teknîkî û pisporiyê bû.

Serepeyv