Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Mesqetê ye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro ji bo beşdarbûna di dewra sêyem a gotûbêjên nerasterast ên tev Amerîkayê da çû Mesqet paytexta Ummanê.
Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li koma nûçegîhanan ragihand ku Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro danê êvarê digel desteyeke dîplomatîk û pispor û teknîkî ji bo dewra sêyem a gotûbêjên nerasterast ên tev Amerîakyê çû Ummanê.
Beqayî amajeyî liyêkegiheştina her du alîyan ji bo civîna teknîkî û pisporî hevgavê amadebûna muzakirekerên pillebilind ên her du welatan li Mesqetê kir û got: Li gorî plankarîya Ummanê wek mazûvan û lihevkirina Îran û Amerîkayê, roja şemîyê yê civîna pisporên her du alîyan hevgavê gotûbêja nerasterast a Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Wekîlê Taybet ê Serokomarê Amerîkayê were lidarxistin.