Iraqçî ber bi Ewrûpayê: Top li erdê we ye
Nîsan 24, 2025 20:17 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji ber rewşa derdayîna her du alîyan a di têkilîyên digel Fransa, Alman û Ingilîsê da rexne kir û xwest ku dewsa himbersekinînê gotûbêj û hevkarîyê bikin.
Seyîd Ebbas Iraqçî li rûpela xwe ya Xê bal kişand ser amadebûna xwe ji bo ku seredana Parîs, Berlîn û Londonê bike û got: Nika top li meydana ewrûpîyan e. Wan ev derfeta heye ku xwe ji hejmonî û bandora ``komên xwedî-berjewendî yên taybet`` rizgar bikin û rêyeke cida desnîşan bikin ango rêya dîplomasîyê.
Iraqçî dîyar kir ku ez careka din pêşnîyara rêya dîplomasîyê li Fransa, Alman û Ingilîsê dikim û got: Piştî rawêjkarîyên min ên li Moskow û Pêkenê, ez amade me ku pêngava yekem bi seredana Parîs, Berlîn û Londonê hildim.