Iraqçî: Muzakire di atmosfereke avaker û ber bi pêş va hat lidarxistin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî muzakireyên nerasterast ên Amerîka û Îranê got: Muzakire di saet 4ê piştî nîvro da hat lidarxistin, Vê carê jî muzakire ber bi pêş va bû.
Seyîd Ebbas Iraqçî got: Di navbera me û desteya amerîkî da li ser hin isûl û armancan liyêkgiheştineek baştir pêk hat. Biryar hat dayîn muzakire bên domandin û derbasî qonaxên din bibin û civînên pisporan dest pê bibin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Ji roja çarşema vê hefteyê va yê muzakireyên teknîkî di asta pisporan da li Ummanê bên lidarxistin. Şembîya bê careka din em dê li Ummanê bicivin ta ku encama karê pisporan hilkolînin. Muzakire di atmosfereke avaker da hat lidarxistin û ber bi pêş va diçin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku ti hegerek tineye ku em zêde geşbîn an reşbîn bin. Hêvî dikim ku hefteya bê piştî civînên teknîkî em di cîgeheke baştir da bin.