Bidawîhatina dewra duyem a muzakireyên nerasterast ên Îran û Amerîkayê li Îtalîyayê
Nîsan 19, 2025 18:20 Asia/Tehran
Bidawîhatina dewra duyem a muzakireyên nerasterast ên Îran û Amerîkayê li Îtalîyayê
Muzakireya di navbera Îran û Amerîkayê da bi serokatîya Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Istîv Wîtkaf wekîlê taybet ê Serokomarê Amerîkayê di Karên Rojhilata Navînê da, li balyozxana Ummanê ya li Îtalîyayê hat lidarxistin.
Ev dewra muzakireyan jî fenanî dewra yekem bi awayê nerasterast û bi mazûvanîya Bedir Bû Seîdî Wezîrê Karên Derve yê Ummanê hat lidarxistin.
Endamekî tîma muzareker a îranî di muzakireyên Romê da got ku biryar hatîye dayîn muzakireyên nerasterast ên Îran û Amerîkayê yê di rojên bê da were domandin.