Eraqçî: Peywendiyên bi Rûsiyê re dê nekevin bin bandora alûguran
Wezîrê Karên derve yê Îranê muzakirên bi serokkomar û Wezîrê derve yê Rûsiyê re kêrhatî wesif kirin û tekez kir alûgurên pêşber dê bandorê li peyweniyên Têhran û Moskowê nekin.
Seyîd Ebas Eraqçî di civîna rojnamevanî ya hevpar bi hevtayê xwe yê rûsî re got: Pêwendiyên her du welatan di rêyeke durust de ne. em ber bi riyeke baş ve diçin û me berdewam rawêjkariyên dualî hene.
Eraqçî got: Bi îmzakirina peymana giştalî ya startejîk niha peywendiyên Îran û Rûsiyê di asteke stratejîk de ne û perspektîva demdirêj hatiye diyarkirin ku nîşan dide em li rêyeke baş ber bi hevkariyên demdirêj ve diçin û dê alûgur bandorê li peywendiyên Îran û Rûsiyê nekin.
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Min hevdîtineke baş bi serokomarê Rûsiyê re hebû û min peyama rêberê giranqedr ê Komara Îslamî ya Îranê ji wî re ragehand. Vê peyamê gelek aliyên peywendîyên dualî digre ber xwe ûp amajeyî meselên navçeyê jî dike.
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê jî li vê civîna çapemeniyê got: Muzakirên Pûtîn û wezîrê karên derve yê Îranê nîşana aktîvbûna bêmînak a gotûbêja siyasî di navbera her du welatan de ye.