Serfera Iraqçî bo Rûsiyê
Nîsan 15, 2025 16:50 Asia/Tehran
Berdevka wezareta karên derve ya Rûsiyê li bara sefera Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê bo Moskowayê got: Em li benda hevkarên Îranî ne.
Wezîrê karên derve yê Îranê biryar e bi Sêrgêy Lavrov û rayedarên din ên ûris re hevdîtin pêk bîne. Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta karên derve yê Îranê ragihandiye wezîrê karên derve yê Îranê dê seredana Rûsiyê bike. Wî herwiha got: Wê ji vê derfetê ji bo gotûbêja li ser dawîn alûgorên têkildarî gotûbêjên Mesqetê sûd were wergirtin. Gotûbêjên Mesqetê kêrhatî hatine wesifkirin û biryar e di 19`ê Nîsanê berdewam bin. Rûsiye jî bi çavekî erênî li van gotûbêjan dinêre.