Danûstandina çarçoweya giştî ya rêkeftina taximên Îran û Amerîkayê
Gotûbêjên nerasterast bi serokatiya wezîrê karên derve yê Îranê, Seyîd Ebas Iraqçî û nûnerê taybet ê Trump bo karûbarên Rojhilata Navîn, Stîv Wîtkaf, roja Şemiyê bi navbeynkariya Bedir El Buseîdî, wezîrê karên derve yê Umanê li bajarê Mesqet, paytexta Umanê hatin lidarxistin.
Wezîrê karên derve yê Îranê, Seyîd Ebas Iraqçî di destpêkê de gera yekem a gotûbêjên Îran û Amerîkayê erênî û avaker nirxand û got: Ev hevdîtin di atmosfereke rêzgirtinê de pêk hatin. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê jî derbarê van gotûbêjan de got: Roja Şemiyê, yekem gera gotûbêjên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de derbarê boykotên neqanûnî û mijara navokî bû. Îsmaîl Beqayî bal kişande ser wê yekê ku danûstandinên rasterast bi Amerîkayê re ne di rojevê de ne û biryarên di vê derbarê de li gorî siyasetên nizamê û berjewendiyên welêt tên dayîn. Bedir El Bûseîdî, wezîrê karên derve yê Umanê û mazûvanê gotûbêjan jî di peyamekê di X`ê de, atmosfera di navbera Îran û Amerîkayê de dostane wesif kir. Di eynî demê de Koşka Sipî jî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku pêwendiya Wîtkaf bi aliyên îranî re dê bibe pêngavek ji bo bidestxistina encamek sûdmend a dualî. Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump, jî piştî hevdîtinên nerasterast ên di navbera Têhran û Waşîngtonê de ragihand ku hevdîtinên bi Îranê re baş pêşda diçin. Li welatên curbicur jî danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de hatin pêşwazîkirin.
Medyayên curbicur ên cîhanê jî bal kişandin ser serweriya Îranê di danûstandinên nerasterast de û tekez li ser wê yekê kirin ku ev gotûbêj avaker bûn û biryar e berdewam bin.