Nîsan 12, 2025 15:53 Asia/Tehran
  • Destpêbûna gotûbêjên nerasterast navbera Îran û Amerîkayê li Omanê

Yekemîn dewra gotûbêjên nerasterast ên Îran û Amerîkayê piştî nîvro li Mesqetê dest pê kir.

Muzakirên  nerasterast  navbera Îran û Amerîkayê bi sergêriya Seyd Ebas Eraqçî wezîrê karên derve yê Îranê û Stîv  Vîtkaf nûnerê taybet ê serokomarê Amerîkayê di karûbarên Rojhilata Navîn îro piştî nîvro bi navbeynkariya wezîrê karên derve yê Omanê dest pê kir.

Di van gotûbêjan de, nûnerên Komara Îslamî ya Îran û Amerîkayê, li salonên cuda de nêrîn û pêşniyarên xwe derbarê mijara rakirina boykotan û gotûbêjkirina bernama navokî ya Îranê bi rêya wezîrê karên derve yê Umanê ji hev re ragehandin.

Wezîrê karên derve yê Îranê berî destpêkirina van muzakireyên nerasterast gotibû: Heke aliyê din ji helêwsteke wekhev dest bi muzakirê kiribe, derfeta lihevkirina seretayî  ku bighêje  rêyeke muzakirê dê hebe û heke îradeyeke baş û guncaw hebe, emê li ser xişteyeke demê biryar bidin.

Serepeyv