Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Muzakirên îro yên Mesqetê ji bo hilêxistina helwestan e
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê di raportekê de derbarê pêvajoya gotûbêjên nerasterast di navbera şandên îranî û Amerîkayê li Umanê got: Em çavlirê nînin ku ev dewra muzakireyan dirêj bibe.
Îsmaîl Beqayî ,Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê,ragihand, muzakirên navbera şandên Îranî û Amerîkayê îro piştî nîvro siet 3.20ê dest pê kir. Wî got ku armanca şanda Îranê ji van muzakiran zelal e û ew jî dabînkirina berjewendiyên neteweyî yên Îranê ye. Em derfeteke rastîn û durust didin dîplomasiyê da ku bi goptûbêjê bikaribin mijara navokî ji aliyekê ve û ji viya giringtir jibo rakirina boykotan bi pêşde bibin.
Wî her wiha got: Îranê hertim selimandiye di partîkê de pabendî dîplomasiyê ye û ev helwêsta Îranê li mijara navokî di heyama du dehekên borî de, bi awayekî baş li pratîkê de hatiye selimandin.
Berdevkê Wezareta Derve tekez kir: Ev gotûbêj nîşana ezmûnekê ye ji bo ku aliyê himbber cidiyet û niyeta xwe nîşan bide. Wî got ku ev destpêkek e û pir normal e ku di vê qonaxê de her du alî bi navbeynkariya Omaêî helwestên xwe yên bingehîn ji hev re pêşkêş bikin. Ji ber vê yekê em li bendê nînin ku ku ev gera muzakereyan dirêj bibe.