Şemî di Omanê de, Muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê
Nîsan 08, 2025 16:45 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê ragihand ku muzakireyên bi Amerîkayê re roja şemiyê bi awayê nerasterast li Umanê dê bên lidarxistin û Îran tenê vê rêbazê qebûl dike.
Ebas Eraqçî muzakirên nerasterast di peywendiyên navdewletî de weke rêbazeke asayî da zanîn û tekez kir ku armanca sereke dabînkirina berjewendiyên gelê Îranê û rakirina dorpêçên bi neheqî ye. Eraqçî her wiha got, ger aliyê din îradeya wan a rasteqîn hebe, muhtemel e li hevkirinek pêk were . Ev muzakire dê bi navbeynkariya Wezîrê Derve yê Omanê û amadebûna nûnerê taybet ê Trump were lidarxistin.