Îranê êrişên Rejîma Siyonîst ser binesaziya Sûriyê bi tundî şermezar kir
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê êrişên hewayî û bejayî yên Rêjîma Siyonîst ser Sûriyê û wêrankirina navendên sivîl, leşkerî û zanistî-lêkolînê ên vî welatî bi tundî şermezar kir.
Îsmaîl Beqayî li berteka li hember destdirêjiyên berdewam ên Rejîma Siyonîst, ser heyîtiyên herî bi nirx ên berevaniyê yên Sûriyê û binesaziyên leşkerî û sivîl û dagîrkirina navçeyên stratîjîk ên vî welatî ji aliyê Rejîma Siyonîst ji dema hilweşandina hikûmeta berê ve, got: Divê hemû alî li himber êrişên Rejîma Israîlê ser axa Sûriyê rawestin.
Wî got: Komara Îslamî ya Îranê çend mehan berî niha bi şêwirîna digel welatên navçê,derbarê sersariya li bara şert û mercên Sûriyê û berfirehkirina dagîrkerî û şewitandina vî welatî û welatên navçê ji aliyê Rejîam Siyonîst hişyarî dabû.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Pêwîst e tedbîrên lezgîn û bi bandor ji bo rawestandina destdirêjiya Rejîma Israîlê ser welatên navçê û mehkemekirina wê ji ber binpêkirina qanûnan û berdewamiya jînosayda li Filistîna dagirbûyî bên girtin.